Di civînê de rewşa mirovî ya giştî ya herêmê, rewşa deverên ku ji ber lehiyên vê dawiyê zirar dîtiye, rewşa kampan û rêbazên piştgiriya vegera koçberan, hatin gotûbêjkirin.
Her wiha rewşa stasyona Elok a avê hat nirxandin û çareseriyên ji bo ji nû ve aktîfkirina wê hatine pêşniyarkirin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bal kişand li ser girîngiya xebatên hevbeş di navbera hemû aliyan de, da ku pêdiviyên bingehîn werin peydakirin.
Her wiha behsa girîngiya ji nû ve xebitandina stasyona Elok a avê û piştgiriya alîkariya kesên ku ji ber lehiyan zirar dîtiye, kir.