Îraq: Em dikarin rojane milyonek û nîv bermîl neft derxin

Cîgirê Wezîrê petrolê yê Îraqê yê ji bo Karûbarên Hilberînê Basim Mihemed, der barê hinardkirina petrolê agahî parve kirin û got ku niha Îraq rojane 1.5 milyon bermîl petrol hildiberîne.

reset font size increase font size

Basim Mihemed, da zanîn ku bi vekirina Tengava Hurmizê re, Îraq di nava heft rojan de dikare asta hilberîn û hinardekirinê vegerîne rewşa beriya şerê Îranê.

Basim, diyar kir ku ji wê mîqdara rojane, tenê 200 hezar bermîl petrol bi rêya xeta boriya Herêma Başûrê Kurdistanê, ber bi bendera Ceyhan a Tirkiyê ve, bê hinardekirin.

Tengava Hurmizê di 3’yê Adara îsal de ji aliyê Îranê ve hatibû girtin.

Piştî agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, tenê rojekê hat vekirin, lê dîsa hat girtin û niha Amerîkayê dorpêça deryayî li ser wê ferz kiriye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye