Mazlûm Ebdî ji bo Başûrê Kurdistanê sersaxî xwest

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî ji bo Pêşmergeyên ku li Hewlêrê jiyana xwe ji dest dane, sersaxî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê xwest.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê X'ê di der barê êrîşa mûşek û dronan a li dijî Başûrê Kurdistanê de ku tê de 6 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn, peyama sersaxiyê weşand û selametî ji birîndaran re xwest.

 

Mazlûm Ebdî di peyama xwe de wiha got:

 

“Ji ber şehadeta lehengên Herêma Kurdistanê, em xemgîniyê bi gelê Kurd ê li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyan re parve dikin.

 

Her wiha em sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî û hemû rayedarên Herêmê û malbatên şehîdan re dixwazin, bi hêviya şîfayê ji birîndaran re.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye