Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û dewleta tirkiyê, saet 3:00`ê sibê bi çekên navîn Dêr Hafir gulebaran kirin. Saet 5:00`ê sibê jî, bi dronan derdora gundê Resem El Îmam bombebaran kirin. Di heman demê de, gundên El Keyariya û Resem El Kirûm bi çekên doşka bêserûber hatin gulebarankirin.
Saet 5:30`ê sibê, çekdaran bi çekên navîn gundê El Hmid, li bakurê Meskenayê, gulebaran kirin
Bajêrê Dêr Hefir jî ji aliyê çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve rastî topbaraneke bêserûber hat. Saet 12:30`an de zêdetirî 20 topan û doreneke xwekuj li bajar ketin.
Di heman demê de balefirên bê mirov li asamê herêmê digerin.