Erdogan: Ajansa me ya îstîxbaratê ji bo pêvajoyê dixebite

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê pêvajoya berdewam a pirsgirêka Kurd de axivî û diyar kir ku di 18 mehên dawî de wan hem pêşketinên girîng bi dest xistin hem jî astengî derbas kirin. Erdogan bal kişand ser rapora Komîsyona Parlementoyê ya derbarê pêvajoya pirsgirêka Kurd de û got, 'Divê nexşeya rê bi nêzîkatiyeke çêker û çareseriyê were bicihkirin.'

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Der barê pêvajoyê de heta niha Desthilata Tirkiyê gav neavêtiye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di dema vegera xwe de ji serdana xwe ya Kazaxistanê, di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Recep Tayyip Erdogan behsa rapora komîsyona parlamentoyê ya li ser pirsgirêka Kurd kir.

Erdogan bal kişand li ser pêvajoyê û got ku Kurd di 18 mehên borî de pêşveçûneke girîng bi dest xistine û astengî derbas kirine û wiha axivî:

"Hêzên me yên îstîxbaratê ji bo bilezkirina pêvajoya bêçekkirinê dixebitin.

Ew rastiyeke, ku her çend kesên ku ji destpêkê ve ji bo serkeftina pêvajoyê dua dikirin û hewildan kesên ku ji hêla wê ve têne aciz kirin jî hene.

Pêvajo tevî zehmetiyên xwe yên xwezayî jî bi pêş ketiye.

Em bi biryar in ku kesên ku 'Tirkiyeke bê teror' naxwazin, razî nekin.

Em bi biryar in ku fersendekê nedin wan.

Niyeta me baş e, û rêya me rast e."

Erdogan behsa rapora komîsyona parlamentoyê ya li ser pirsgirêka Kurd kir û got ku pêdivî ye ku nexşerê bi rêbazekî avaker û çareserker were bicihanîn.

Erdogan: Destûreke nû êdî ne luks e lê pêdivî ye

Erdogan di dawiyê de nîqaşên der barê destûra nû de anî ziman û wiha bi dawî kir:

"Destûreke nû êdî ne luks e, lê pêdivî ye.

Em vê mijarê li jora siyasetê dibînin û bi eşkereyî bang li partiyên siyasî dikin.

Em dibêjin, werin em hemû pêşdaraziyên siyasî bidin aliyekî.

Werin em bi hev re bixebitin, da ku metnekê ava bikin ku her beşek ji civakê dikare bêje, ev destûra min e."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye