Çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz, beriya çend rojan êrîşî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin û pişt re jî her du tax dorpêçe kirin û heya niha jî ev dorpêç berdewam dike.
Niha jî komên Hikûmeta Veguhêz nexweşxane, dibistan, mizgeft, kargeh û malên sivîlan ên li derdora her du taxan vediguherîne xalên leşkerî.
Her wiha çekdaran, balafirên bêmirov ên biçek li ser her du taxan gerandin.
Li gel van binpêkirinan, hêzên leşkerî yên girêdayî Hikûmeta Veguhêz li derdora her du taxan hatin bicihkirin.
Cihê xwendinê êdî dibe cihê şer û kuştinê
Hikûmeta Veguhêz di çarçoveya berdewamkirina binpêkirin û talankirinê de cihê xwendin û dermankirinê vediguherîne cihê şer û kuştinê.
Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz li taxa Suryan a Helebê bi hinceta ku wê şer çêbibe welatiyan ji malên wan derdixin û pişt re jî mal û milkên wan didizin.
Komên hikûmeta veguhêz ji bo diziya sivîlan bike wan dixapîn in
Lê endamên Hikumeta Veguhêz vê rewşê li gorî berjewendiyên xwe bikartînin û milkên sivîlan didizin, heqaretê li wan dikin û wan dixapînin.
Li gorî dîmena li ser medyaya dîjîtal hatiye parvekirin endamên Hikûmeta Veguhêz jenetorek elektrîkê ji depoyeke sivîl didize û datîne ser kirênekê.
Komên Hikûmeta Veguhêz ji bo hîn zêdetir rewşeke ne aram biafrînin sivîlan bi darê zorê ji malên wan derdixin û diziya mal û milkên wan dikin.