Trump fermana ceribandina çekên nukleerî yên Amerîkî da

Serokê Amerîkayê Donald Trump bêyî ku hûrgiliyên din bide, duh ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê rasterast ceribandina cebilxaneya xwe ya nukleerî ji nû ve dest pê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Trump li ser platforma xwe ya Truth Social rave kir ku ji ber bernameyên ceribandinê yên ku ji hêla welatên din ve têne kirin, wî ferman daye Wezareta Parastinê ku dest bi ceribandina çekên nukleerî yên Amerîkî li ser bingehek wekhev bike.

Daxuyaniya Trump piştî daxuyaniya Serokê Rusyayê Vladimîr Putîn hat. Putîn duh diyar kiribû ku Moskowê bi serkeftî droneke binavî ya Rûsyayê ceribandiye ku dikare serikên nukleerî hilgire û ev yek li dijî hişyariyên Washingtonê ye.

Pisporan van ceribandinan, di nav aloziyên zêde yên di navbera Moskow û Rojava de, gavek ku wekî xalek werçerxê ya xeternak di pêşbirka çekên nukleerî ya cîhanî de bi nav dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye