Axios: Amerîkayê rêyek ji bo çûnûhatina keştiyan li Hurmizê çêkiriye

Malpera Axiosê duh ragihand ku artêşa Amerîkayê di hefteyên borî de bi awayekî veşartî rêyek ji bo çûnûhatina keştiyan li Tengava Hurmizê diyar kiriye. Li aliyekî din jî CENTCOMê da zanîn ku hêzên Amerîkî li Tengava Hurmizê rêya 65 keştiyan guhertine. Di heman demê de jî, Medyaya Îranê eşkere kir ku Supaya Pasdarên Îranê dest daniye ser keştiyeke Îmaratê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malpera Axiosê ragihand ku artêşa Amerîkayê di çend hefteyên borî de bi awayekî veşartî û bêdeng rêyek ji bo çûnûhatina keştiyên petrolê li kanala başûrî ya Tengava Hurmizê çêkiriye.

Her wiha malperê lê zêde kir ku her şev nêzîkî 15 heta 20 keştî di wê rêyê re derbas dibin.

Li gorî Axiosê, rojane nêzîkî 10 milyon bermîl petrol, ku bi qasî nîvê qebareya berî şer, ji tengavê derdikevin û dikevin bazara cîhanê.

Hêzeke taybet bi hevkariya welatên herêmê re çûnûhatina keştiyên petrolê hevrêz dike û balafirên şer ên Amerîkî jî ji bo rûbirûbûna bi dron an mûşekên krûz ên Îranê re li herêmê digerin.

Centcom: Me rêya 65 keştiyên bazirganiyê guherand

Têkildarî mijara Tengava Hurmizê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM, roja çarşemê 19ê tebaxê, ragihand ku hêzên Amerîkayê di çarçoveya pêkanîna dorpêça deryayî ya li ser Îranê de, heta niha rêyên 65 keştiyên bazirganiyê guherandine, sê keştî ji kar derxistine û derbasî du keştiyan bûne.

Her wiha CENTCOMê bi weşandina wêneyê deryavanekî Amerîkî di navenda keştiya têkdar a bi navê USS John Paul Jones de ragihand ku keştiya têkdar ji bo sepandina dorpêça li dijî Îranê li avên herêmê hatiye bicihkirin.

Supaya Pasdarên Îranê keştiyeke Îmaratî kontrol kir

Ajansên nûçeyan ên Îranî Fars û Mehr roja çarşemê 19ê tebaxê, ragihandin ku Hêzên Supaya Pasdarên Îranê dest danîne ser keştiyeke petrolê ya Îmaratî û ew birine bajarê Bender Ebasê yê li başûrê Îranê.

Li gorî van ajansan, keştî ber bi bendera Cebel Elî ya li Îmaratê ve diçû.

Lê piştî ku keştî li beşê bakurî yê Tengava Hurmizê rawestiya, neçar ma ku rêça xwe biguherîne û hindekî ber bi aliyê bajarê Bender Ebasê ve biçe.

Paşê ji hêla Supaya Pasdaran ve hat kontrolkirin.

Der barê navê keştiyê yan ekîba wê de ti agahî nehatine belavkirin.

Her wiha Îmaratê hîn li ser ragihandina vê nûçeyê ji hêla medyaya Îranî ve ti şîrove nekiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye