Di daxuyaniyeke nivîskî de, Hikûmeta Bengladeşê, eşkere kir ku şêwirmendê wê yê ewlehiya neteweyî Xelîl Rehman serdana Waşingtonê kiribû û bi berpirsên Amerîkayê re civiyabû.
Di civînê de, Xelîl Rehman xwesteka welatê xwe anîbû ziman ku hêzeke wan jî bibe beşek ji wê hêza navneteweyî ku wê li herêma Xeze ya Filistînê bi cih bibe.
Di mijdara sala 2025`an de Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî, biryar dabû ku hêzeke demkî ya navneteweyî ji bo parastina aramiyê li Xezeyê, ji aliyê Meclîsa Aştiyê ve bê avakirin.