35 birîndarên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gihîştin Hesekê

35 birîndarên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gihîştin bajarê Hesekê, birîndar ji bo dermankirinê veguhestin nexweşxaneyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

35 birîndarên berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, piştî ku îro di saetên serê sibê de ji wan taxan hatin derxistin, gihîştin bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê.

Li gorî çavkaniyên bijîşkî, birîndar ji bo dermankirinê veguhestin Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya li bajêr û tê payîn ku di demjimêrên pêş de hin birîndarên din jî bigihêjin.

Di 6`ê Çileyê de, çeteyên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Helebê kirin. Çeteyan çekên giran û balefirên bêmirov ên Tirkiyê dijî sivîlên li wan taxan bi kar anîn, di encamê de bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye