Di van rojên dawiyê de, li parêzgeha Hesekê gelek sûc û binpêkirin wekî dizî û şelandinê rûdane.
Ji bo rêlibergirtina vê û misogeriya ewlehî û aramiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi biryarekê tevgera motorsîkletan li bajêr qedexe kir.
Asayîşê diyar kir ku ji ber zêdebûna binpêkirinan û bikaranîna nerast a motorsîkletan li bajarê Hesekê, wan ev biryar daye û wiha got:
"Ev binpêkirin bûne amûrek ji bo tirsandinê, gulebaranên bêserûber, birîndarkirina sivîlan û çalakiyên neqanûnî, ku bandorê li ewlehiya bingehîn û aramiya civakê dikin."
Hêzên Ewlekariya Hundirîn eşkere kirin ku li ser bingeha berpirsyariya wan a neteweyî û exlaqî ya parastina aştiya nevxweyî, wan ev biryar girtine.
Biryarên ku Asayîşa Hesekê girtine wiha ne.
Tevgera hemû cureyên motorsîkletan (sivîl û leşkerî) di sînorê îdarî yê bajarê Hesekê de qedexe ye.
Ev biryar di cih de dikeve meriyetê.
Li gorî nirxandinên rewşa ewlehiyê, dê heta agahdariyeke din di meriyetê de bimîne.
Aliyên têkildar li dijî kesên ku biryarê bin pê dikin, dê dest bi girtekên qanûnî yên tund bikin.
Her kesek ku biryarê bin pê bike dê tavilê motorsîkleta wî were girtin, û li gorî qanûnan mîqdareke pere dê lê were birîn.
Hêzên Ewlekariyê eşkere kirin ku ew ê nehêlin tu kes aramiya bajêr xerab bikin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên parêzgeha Hesekê ji welatiyan xwestin ku, bi hêzên wan re alîkar bin, da ku serkeftina vê gavê misoger bikin, û aramî li seranserê bajêr pêk were.