Amedspor Leyla Zana dawetî maçê kir

Rêveberiya Amedsporê siyasetmedara Kurd Leyla Zana ya ku di maça Bursasporê de rastî heqaretên alîgıran hatibû, vexwend maça Amedsporê û Igdirsporê. Her wiha ev maç dê ji bo jinan belaş be.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Somaspor û Bursaspor di 16'ê Kanûnê de li Somayê hatibûn hemberî hev.

Di maçê de alîgirên nijadperest ên Bursasporê bi heqaret û çêran siyasetmedara Kurd Leyla Zana kiribûn hedef.

Piştî heqareta ku li Leyla Zana hatibû kirin ji gelek derdorên cuda bertek nîşanî heqaret û dijûnan dan.

Amedsporê jî weke bertek li dijî van dijûn û heqaretan biryar da ku di maça Amedsporê û Igdirsporê ya 28'ê Kanûnê li Amedê bê lîstin de alîgirên jin belaş bên stadê li maçê temaşe bikin.

Li gor nûçeya Ajansa Welat Serokê Amedsporê Nahît Eren li Leyla Zana geriyaye û ew vexwendiye maça Amedspor û Igdirsporê ya 28'ê Kanunê. Li bendê ye ku Leyla Zana jî bê stadê û li maçê temaşe bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye