Di nava axaftna xwe de diyar kir ku ragirtina Rêberê PKK'ê Abudulah Ocalan di nava mercên tecrîdê de tê wateya nêzîkatiya kêm a li hemberî pêvajoyê.
Mûstafa Karasû da zanîn ku ji bo ev pêvajoya "Mafê Hêvî" roleke bi bandor rabe divê şert û mercên jiyan û karkirinê yên azad bêne amadekirin û wiha anî ziman:
"Em vê pêvajoye weke pêvajoyek xwişk û biratiya Kurd û Tirkan pêk were, Kurd û dewleta Tirk ên ku sed sal in şerê hev dikin wê li hev bikin, entegrasyoneke demokratîk, yanî misogerkirina mafê Kurdan bi çarçoveyeke qanûnî dibînin.
Wê demê ev nêzîkatiya li Abdullah Ocalan divê bê guhertin. Divê her kes helwesta xwe biguherîne"
Karasû diyar kir di mijara "Mafê Hêviyê" de tu gav nehatine avêtin, di mijara tecrîdê de pêşketinek çênebûye û wiha pêde çû:
"Di vê mijarê de bêguman civaka Kurd aciz e. Civaka Kurd dibêje, eger pêvajoyeke bi vî rengî wê hebe divê Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan di nava şert û mercên azad de vê pêvajoyê bi rê ve bibe."
"Îradeya gelê Kurd heye. Di wê baweriyê de ne ku wê bi mîtîngeke xurt ji bo azadiya Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û bicihanîna mafê hêviyê helwest û îradeya xwe nîşan bidin."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got ku di 4'ê Çileyê de gelê Kurd bi daxwaza mafê hêviyê ji bo Rêberê PKK'ê dê helwesteke xurt nîşan bidin.