Lûtkeya NATO'yê ku piştî 22 salan li Enqerê pêk hat û 32 serokê welatên endam û serokên çend welatên din anî gel hev, bi peyamên ku hatin belavkirin û biryarên ku hatin girtin bi dawî bû.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera civiyan.
Pişter di kongreyeke çapemeniyê de Trump ragihand ku Amerîka wê cezayên sponseriya Terorê yên li ser Sûriyê rake.
Trump: Kompaniyayên me amade ne li Sûriyê kar bikin
Donald Trump diyar kir ku li gorî qanûnê, Kongrês dê nirxandinek 45 rojî bike da ku biryarê bi dawî bike,
Trump destnîşan kir ku ev gav di çarçoveya rakirina astengiyên ku rê li ber ji nû ve avakirina Sûriyê digirin de tên.
Serokê Amerîkayê tekez kir ku kompaniyên Amerîkî amade ne ku veberhênanê li Sûriyê bike.
Her wiha pêşbîniya bandorên erênî yên vê biryarê li ser gelê Sûriyê û kûrkirina hevkariya di navbera her du welatan de kir.
Trump got ku biryara rakirina cezayên li ser Sûriyê da ku piştgiriyek bide wî welatê.
Şera: Me destkefteke mezin misoger kir
Serokkomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera jî got:
“ Me di rizgarkirina Sûriyê, hilweşandina rejîma berê, yekkirina welat û danîna wê li ser rêya rast de destkefteke mezin bi dest xist û ev hemû bi saya gelê Sûriyê pêk hat.”
Macron: Em amade ne bi Sûriyê re li dijî terorê hevkariyê bikin
Di heman çarçoveyê de Serokê Fransayê Emmanuel Macron di konferanserke çapemeniyê de li Şama paytexta Sûriyê piştgirî da Sûriyê.
Emmanuel Macron got ku ji bo pêkanîna aştî, ewlehî û geşedanê, Fransa li kêleka Sûrîyê radiweste.
Macron tekez kir ku pabendîya Fransayê di nav Koalisyona Navdewletî ya Dijî “DAIŞ”ê de berdewam dike û ew amade ne bi karbidestên Sûrî re di warên têkoşîna dijî terorê, xurtkirina ewlehî, şîyan û perwerdekirinê de hevkariyê bikin.