Her wiha di encama pevçûna çekdarî de, sê leşker birîndar bûn.
Neteweyên Yekbûyî di meha çileyê de diyar kir ku ev welatê Bakurê Afrîkayê bûye navendeke sereke ya derbasbûna madeyên hişberê.
Ragihandina Leşkerî ya Artêşa Lîbyayê di daxuyaniyekê de wiha got:
"Lîwaya Piyade ya Subul Selam, li bajarê Kufrayê operasyoneke ewlehiyê li şikeftên bazirganên madeyên hişber û qaçaxçîtiyê pêk anî.
Di encamê de zêdetirî 1.3 mîlyon hebên narkotîkê yên ji cureyên herî xeternak hatin desteserkirin."