Avjeniyên Rûs di Kûpaya Cîhanê ya Avjeniyê de 8 madalî bi dest xistin

Avjeniyên Rûs di Kûpaya Cîhanê ya avjeniyê de ku li paytextê Ozbekistan, Taşkentê tê lidarxistin 8 madalî bi dest xistin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî malpera Rûsî Sport-Express, avjenên Rûs di qonaxa duyemîn a Kûpaya Cîhanî ya Avjeniyê ya di hewzên kurt de, 8 madalî bi dest xistin.

Li gorî malperê di vê pêşbirkê de avjeniyên Rûs performansên baş nîşan dane.

Her wiha Evgeniia Chikunova di pêşbaziya avjeniya 200 metreyî de bi du deqeyan û 17 sanî û 23 hurgulî ji saniyê medalya zêr bi dest xist.

Di heman demê de Kirill Prigoda di pêşbaziya 100 metreyî de bi dema 55 sanî û 98 hurgulî ji saniyê bû yekem.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku qonaxa duyemîn a avjeniyê di navbera 8 û 10`ê cotmehê de li Taşkentê, wê bê lidarxistin.

Di vê pêşbirkê de jî werzişvanên Rûsî di bin al û sirûda xwe ya neteweyî de beşdar bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye