Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî îro dicive.
Di civînê de dê pêşnûmeya parastina tevgera keştîvaniyê li Tengava Hurmizê û şermezarkirina êrîşên Îranê yên li ser keştiyan bikeve dengdanê.
Civîna konseyê ji ber nakokiyên di navbera endaman de çend caran hatibû taloqkirin.
Îranê ji ber êrîşên Amerîka û Îsraîlê, Tengava Hurmizê girtiye.
Serokê DYA'yê Donald Trumpê gefeke tund li Îranê xwaribû ku eger tengav neyê vekirin, dê êrîşan li dijî tesîsên enerjiyê û piran pêk bîne.