Munîr Edîb: Nebûna stratejiyeke navneteweyî dibe sedema vegera DAIŞ`ê

Piştî hatina desthilata Şamê li Sûriyeyê liv û tevgera çeteyên DAIŞê zêde bûye. Pisporê karûbarên rêxistinên tundrew ê Misrî Munîr Edîb sedema vê yekê wiha şîrove kir: “Nebûna stratejiyeke navneteweyî dibe sedema vegera DAIŞê.” Serokê Ofîsa Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî Vladimir Voronkov jî dibêje bi hatina HTŞê li ser desthilatê re careke din liv û tevgera DAIŞ’ê zêde bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di ser têkçûna DAIŞ`ê re 6 sal derbas bûn, lê dîsa mijara xeterî û ji nû ve zindîbûna DAIŞ`ê ketiye rojeva navneteweyî.

Pisporê karûbarên rêxistinên tundrew ê Misrî Munîr Edîb destnîşan kir ku tunebûna stratejiyeke navneteweyî dê bibe sedema vegera DAIŞ`ê.

Munîr Edîb anî ziman ku civaka navneteweyî hîn jî di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de zehmetiyan dikşîne.

 

"Koalîsyona Navneteweyî di vî warî de du caran têk çûye"

 

Edîb da zanîn ku Koalîsyona Navneteweyî di vî warî de du caran têk çûye û wiha got:

“Cara yekem piştî ragihandina 'xîlafetê' di sala 2014`an de bû, têkoşîna li dijî DAIŞ`ê 5 sal dom kir heta ku rêxistin ji Reqa û Mûsilê derxist.

Cara duyemîn jî di sala 2019`an de dema hilweşîna DAIŞ`ê ragihandibû.”

 

"Têkiliyek dostaniyê di navbera DAIŞ`ê û HTŞ`ê de heye"

 

Her wiha Pisporê Misrî eşkere kir ku desthilata nû ya li Sûriyeyê bi awayekî nerasterast ji bo tundrewiyê jîngeheke guncaw peyda kiriye û got: "Têkiliyek dostaniyê di navbera DAIŞ`ê, Heyet Tehrîr El Şam û komên din ên tundrew ên Îslamî yên li Sûriyê de heye."

 

Munîr Edîb: Banga avakirina dezgeheke navneteweyî kir

 

Pisporê karûbarên rêxistinên tundrew ê Misrî Munîr Edîb di dawiya de banga avakirina dezgeheke navneteweyî di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de kir ku erka wê tenê mijûlbûna bi rêxistinên terorîst re be.

 

Vladimir Voronkov: DAIŞ bi hatina HTŞ`ê re zindî bû

 

Her wiha serokê Ofîsa Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî Vladimir Voronkov jî diyar kir ku hîn jî DAIŞ`ê li Sûriyê gefeke rastîn e û wiha axivî :

Piştî hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ser desthilatê, DAIŞ vê valahiya ewlehiyê bikar tîne da ku êrişan pêk bîne û nakokiyên mezhebî gur bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24