Di derbarê helwesta Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şara ya ji bo Libnanê de, Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê gef li Şara xwar.
Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê Ehmed Şara têkildarî her çalakiyeke leşkerî li dijî Libnanê hişyar kir.
Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê (Meqawemeya Îslamî) bi daxuyaniyekê Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şara li dijî her çalakiyeke leşkerî li dijî Libnanê hişyar kiriye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em Ebû Mihemed El-Colanî li dijî her tevgereke dijminane ya ku bi hemahengiya dijminên me (Îsraîl û DYA) ve li dijî axa Libnanê bê kirin, hişyar dikin.
Hincet çi dibe bila bibe, kiryareke wisa wekî ragihandina şer li dijî tevahiya Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê tê hesibandin."
Her wiha di berdewamiya daxuaniyê de hate wiha hate gotin: "
Eger hûn hewl bidin ku zirerê bidin Eniya Berxwedanê yan jî Hizbullahê, Eniya Berxwedana Îslamî ya Iraqê ku zirareke mezin daye hêzên dagirker ên DYA û laşên endamên DAIŞ’ê ji gurên geliyan re hiştiye, xwedî şiyana astengkirina tevgerê ye.
Em çavdêriya tiştê ku wekî xiyaneta rejîma nû ya li Sûriyê dibînin, dikin.
Her wiha em çavdêriya hemû hevkariya bi dijminên me re tê kirin, dikin.
Lewra bi zelalî piştrast dikin ku ger hûn cesaret bikin ku serweriya Libnanê û gelê wê yê berxwedêr binpê bikin, axa we wê bibe qada şer a vekirî.
Ev hişyariyeke ji bo we ye."