Meclîsa Koçberan a Efrîn-Şehbayê, di 10’ê Adarê de ragihand ku wê koma duyemîn a koçberên Efrînê dê di 12’ê Adarê de vegerîna Efrînê.
Dê 200 malbatên ji navçeya Raco, Bilbil û navenda Efrînê vegeriyana.
Lê îro hate ragihandin ku çûyîna koçberan hatiye taloqkirin.
Li ser sedemên taloqkirina çûyînê agahî nehat girtin.
Koma yekemîn a koçberan di 9’ê Adarê de ji Hesekê bi rê ket û 10’ê Adarê gihişt Efrînê.
Di koma yekemîn de 400 malbatên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê bi ewle gihiştin warê xwe.
Lê li gorî çavkaniya me ya taybet wê koma duyemîm a koçberên Efrînê roja Înê bi rêkevin.