Tengava Hurmizê di rojevê de ye.
Rakirin û hilweşandina mayînên deryayî yên li Tengava Hurmizê karekî xeternak e.
Niha dronên binavî tenê dikarin beşek ji vi karî bikin.
Tengava Hurmizê wê di heyama navberê de ji mayînan were paqijkirin û ji bo keştîvaniya navneteweyî were vekirin.
Ev gavek ku ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê û ewlekirina dabînkirina enerjiya cîhanî wekî girîng tê dîtin.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî hevdîtina xwe ya bi Siltanê Omanê, Heysem bin Tariq re li ser platforma "X" wiha got:
"Fransa û Oman wê bi hevkarên xwe re hevkariyê bikin da ku mayinan ji Tengava Hurmizê derxînin.
Bi hev re bixebitin da ku rageşiyê li Rojhilata Navîn kêm bikin, rêyên deryayî ewle bibin û azadiya derbasbûnê ya bê şert û merc di Tengava Hurmizê re misoger bikin."
Piştî vê daxuyaniyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê jî Kazim Xerîbabadî bersiva Macron da û got:
"Rakirina mînan wê tenê ji hêla Îranê be, li gorî Peymana Îslamabadê" ya bi Dewletên Yekbûyî re were kirin.
Karbidestê Îranî destnîşankir ku rewş hesas û aloz e, Fransayê şîret dikin ku wê bêtir aloz neke.
Wezareta Derve ya Omanê jî di mijara xercê n li Tengava Hurmizê de berewand e diyar kir ku Seltenet Oman piştgiriya ferzkirina mîna van xercan li ser derbasbûna keştiyan nake.
Wezaretê da zanîn ku Seltenet Oman têkilî û hewldanên xwe ji bo pêkanîna aştî, têgihîştin û hevgirtinê didomîne.