Serokwezîrê nû yê Îraqê, Elî Zeydî, piştî ku di Gulana 2026'an de hat ser erkê, weke herî pêşîn xebateke li dijî gendeliyê ragihand.
Yek ji gavên vê xebatê jî vekirina hejmareke bankî ya teybet e.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî di kongireyeke rojnamevanî de behsa vê gavê kir.
Heyder Ebûdî da zanîn ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ferman da Wezareta Darayî ku hejmarek bankî ya taybet veke.
Ev hesabê taybet wê ji bo ragirtin û parastina hemû drav û sermayeyên ku di operasyonên dijî gendeliyê de têne desteser kirin were vekirin.
Siyaset ew e ku ev pere li saziyên cuda cuda belav nebin û rasterast di bin çavdêriya navendî de vegerin depoya dewletê.
Ebûdî eşkere kir ku ev tenê "qonaxa yekem" a kontrolkirina darayî û girtina gendelkaran û wiha got:
Di operasyona li dijî gendeliyê heta niha 68 gumanbar hatine girtin.
Operasyon wê raneweste û mukurhatinên kesên hatine girtin dê hikûmetê ber bi çend torên din ên gendeliyê ve bibe.
Heyder Ebûdî: Dema herî dawî ya radestkirina çekan 30'ê îlonê ye
Heyder Ebûdî her wiha bi fermî dema dawî ya radestkirina çekan bo dewletê diyar kir û ev agahî da:
Dema herî dawî ya radestkirina çekan bo dewletê 30'ê îlona 2026'an e.
Piştî qedîna vê demê, her kesê ku çek di dest de be, wê weke deryasayî û nerêxistinkirî bê pênasekirin.
Heyder Ebûdî di beşek din ya axaftina xwe e bal kişand ser mûçeyên karmendên Başûrê Kurdistanê û wiha got:
Em ji karmendên Hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê piştrast dikin ku di navbera Bexda û Hewlêrê de lihevkirinek û têgihîştinek baş heye.
Pabendbûnek ku mafên wan ên darayî werin dabînkirin û misogerkirin.