Dewleta Îranê girtiyê Kurd ê siyasî Xulam Rezaxanî Şekrab bi dar ve kir

Dewleta Îranê îro girtiyekî siyasî yê Kurd bi dar ve kir. Her wiha hêzên ewlehiyê yên dewletê li Mehabadê, bi ser malên 3 welatiyên Kurd de girt û ew birin cihekî nediyar.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê di nava şerê bi Amerîka û Îsraîlê de jî, polîtîkayên xwe yên binpêkirin, girtin û bidarvekirinan li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike.

Îro di serê vê sibehê de, Dewleta Îranê girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê Xulam Rezaxanî Şekrab, bi dar ve kir.

Welatiyê Kurd Qazî Kavanî ji aliyê Dewleta Îranê ve hate kuştin

Rêxistina mafê mirovan a HANA`yê diyar kir ku di roja yekşemê de jî, welatiyê Kurd Qazî Kavanî yê ji gundewarê bajarê Serdeştê, bi guleyên rasterat ên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ve hate kuştin.

Sê welatiyên Kurd li Mehabadê ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin girtin

Di heman çarçoveyê de jî, HANA`yê ragihand ku li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên ser bi dewleta Îranê ve, bêyî ti biryarên dadweriyê, bi ser malên sê welatiyên Kurd de yên bi navên Mensûr Ebasî, Ehed Xeyîrî û Wehîd Xeyrî girtin û ew birin cihên ne diyar.

Beriya niha jî rêxistinên mafên mirovan hişyarî dabûn û eşkere kiribûn ku jiyana hemû girtiyên di girtîgehên Komara Îslamî de, di bin metirsiya bidarvekirinê de ye.

Her wiha rêxistinan eşkere kirin ku ev girtin û bidarvekirin di nava nebûna şefafiyetê de ya di pêvajoya dadweriyê de, îhtîmala danpêdanên bi zorê, redkirina gihîştina bi bandor a parêzerekî serbixwe û binpêkirina prensîbên bingehîn ên pêvajoya dadweiyê bi pêk tîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye