Tevî agirbest û dan û standinan Amerîkayê êrîşî Îranê kir

Li aliyekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dan û standinan bi Îranê re dike û li aliyekî din jî êrîşî Îranê dike û dibêje ku ev nayê wê wateyê ku agirbesta di navbera her du aliyan de bi dawî bûye. Îran jî gefan dixwe û eşkere dike, ku her êrîşek li ser hêzên çekdar ên Îranê, dê bêbersiv nemîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di nava agirbest û dan û standinên nerasterast de yên bi Îranê re, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li başûrê Îranê êrîşek pêk anî.

Li gorî agahiyan, Artêşa Amerîkayê roja Duşemê li başûrê Îranê êrîşî qeyikên Îranî yên ku hewl didan mayîn û fuzeyan biçînin kir.

Centcom: Armanca êrîşa me parastina hêzên me ji gefên Îranê bû

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) operasyon wekî parastinî bi nav kir û destnîşan kir ku armanca van êrîşan parastina hêzên wan ji gefên hêzên Îranî bû.

Ji aliyê xwe ve jî, Televiziyona Fermî ya Îranê eşkere kir ku êrîşên Amerîkayê li başûrê Girava Xarkê qeyikên Îranê hedef girtine û di encamê de 4 kes hatine kuştin.

Supaya Pasdarên Îranê: Me droneke dijmin a Mq-9 xist xwarê 

Piştî van êrîşan bersivên tund ji aliyê Îranê ve derketin.

Supaya Pasdarên Îranê der barê êrîşan de daxuyaniyek da û got:

"Tehran mafê xwe diparêze ku bersiva her binpêkirina agirbestê ya ji aliyê Amerîkayê ve bide.

Hêzên me balafirên dijmin tesbît kirin ku ketibûn qada hewayî ya Îranê.

Her wiha hêzên me droneke MQ-9 xistin xwarê û piştî ku balafireke şer ket qada hewayî ya Îranê hêzên me gule lê barandin."

Serokê Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Ezîzî jî ev hişyarî dan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê:

"Her êrîşek li ser hêzên çekdar ên Îranê dê bi bersivên tund re rû bi rû bimîne.

Eger dijminên gelê Îranê şaştiyekê bikin û her cure tedbîrekê bigirin jî, hêzên Îranê dê bikaribin wan ji her tiştî dûr bixin."

Her wiha Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îranê Ebûfelz Şikarçî gefa bersivdayîna êrîşên şeva borî yên Amerîkayê da û wiha diyar kir:

“Gava ku Amerîka û Îsraîl careke din êrîş bikin, Îranê amadekariyên tam kirine û lîsteya armancên xwe diyar kiriye.

Ger şer dest pê bike û astengî li ber hinardekirina petrola Îranê were kirin, Tehran nahêle ku petrol ji Kendavê were hinardekirin.”

Her wiha piştî van êrîşan Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneyî jî, peyamek nîvîskî li ser Telegramê da û wiha da xuyakirin:

"Hêzên herêmî êdî wekî mertal ji bo baregehên Amerîkî xizmetê nakin û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êdî li herêmê cihekî ewle nagirin.

Demjimêr bi paş ve nayê vegerandin û hebûna Îsraîlê ya hilweşiyayî her ku diçe dê nêzîkî dawiya hebûna xwe ya tirsnak bibe."

Amerîka: Tevî êrîşên nû jî agirbesta bi Îranê re didome

Piştî hedefgirtina Amerîkayê ji qeyikên Îranî re, hin berpirsên Amerîkî ji Fox News`ê re diyar kiribûn ku ev êrîş nayên wateya ku agirbesta di navbera her du aliyan de bi dawî bûye.

Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio berê diyar kiribû ku tevî êrîşên nû yên Amerîkayê ku agirbesta di navbera her du aliyan de tehdît dikin, hîn jî pêkan e ku bi Îranê re lihevkirinek çêbibe.

Tevî rageşiyên dawî jî, hate ragihandin ku dîplomatê sereke yê Îranê, Mihemed Baqir Qalîbaf, bi rêka Qeterê bi dan û standinên bi Amerîkayê re pêşketinek çêkiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye