Çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundekî Iraqê kirin

Duh çeteyên DAIŞ’ê bi ser gundê Bedir ê Tikrîtê yê Iraqê de girt. Çeteyan serokê berê yê meclisa gund qetil kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh bi şev çeteyên DAIŞ’ê li gundê Bedir ê li başûrê Tikrîtê avête ser mala serokê berê yê meclisa gund û di encamê de çeteyan serokê berê yê meclisê Fexrî Ebasî di mala wî de qetil kir.

Li gorî daxuyaniya walatiya Selahedînê jî, Fexrî Ebasî di encama êrişeke terorî de hatiye kuştin û  anî ziman ku “Di sala 2021’an de çeteyan êrişî malbata Ebasî kiribû û hemû malbata wî qetil kiribû. Tenê Fexrî wê demê ji êrişê rizgar bûbû.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye