Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê MHP'yê Devlet Bahçelî re li mala wî ya Enqereyê li hev civiyan.
Tevahî hevdîtin 40 deqiqeyan dom kir, Bahçelî piştî hevdîtinê Erdogan heta ber derî oxir kir. Tê gotin ku di hevdîtina her du aliyan de pevajoya çareseriyê, xebatên komisyona li Meclisê û her wiha rewşa li Sûriyeyê û entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatiye rojevê.
Her wiha di civîna her du aliyan de hûrgiliyeke balkêş ew bû ku di destê Gerînendeyê Nivîsgeha Taybet yê Erdogan Prof. Dr. Hasan Doganî de dosyayeke sor hebû. Erdogan bi wê dosyayê ket mala Bahçelî. Di derbarê naveroka dosyayê de ti agahî nehatiye dayîn.
Di nava salekê de 6 caran hatine gel hev
Civîna ku pêkhat, 6`emîn hevdîtina her du aliyan e ku di sala 2025'an de pêk hatiye. Ji şeş civînan pênc jê bi mazuvaniya Bahçelîyê ve hatin lidarxistin û yek jî li Beştepeyê pêk hat.
Ev demeke dihat gotin ku di navbera Erdogan û Bahçelî de gelekî nakokî hene û krîzek bê deng di nav Tifaqa Cumhur de heye. Her wiha Serokê MHP'ê Bahçelî tevlî resepsîyona 29'ê Cotmehê û merasîma li Anıtkabirê nebibû û ev rewş gotinên derbarê nakokîyê gur kiribû.
Ji aliyê din Bahçelî bi dengekî bilind daxwaz kiribû ku Komîsyona TBMM'yê biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevîtinê pêk bîne, lê Rojnameye nêzî hikûmetê Yenî Şafakê, gotinên Bahçelî bi ser navê "Divê Komîsyon neçe Îmraliyê" bi kar anî bû. Ev jî îdîayên "şikestinek" di Îtîfaqa Cumhur de heye anî bû rojevê.