Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê SOHR, ragihand ku li eniya Mecdel-Mezra ya rojavayê Siweydayê şer derket.
Şeva pêncşemê şer di navbera Parêzvanên Nîştimanî yên Siweydayê û çekdarên Hikûmeta Veguhêz de derket û heya saetên vê sibehê berdewam kir.
“Çekdarên hikûmeta veguhêz herêma veguhastinê armanc girtin”
Her wiha SOHR`ê duh jî ragihandibû ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji gundê Mensûra yê bakur-rojavayê Siweydayê bi çekên giran herêma veguhastinê ya ku ji aliyê Muhafizên Neteweyî ve armanc girtibûn.
“Şaneyeke hikûmeta veguhêz plan dikir ku êrîşan pêk bîne hat girtin”
Girêdayî heman bûyerê Fermandariya Giştî ya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî bi daxuyaniyekê diyar kir ku şaneyeke Hikûmeta Veguhêz plan dikir ku êrîşan pêk bîne, hat girtin.
Di daxuyaniyê de hate zanîn ku di lêpirsîn, mikurhatin û delîlan de piştrast bû ku Hikûmeta Veguhêz bi rêya hevdîtinên rasterast û peywendiyên medyayî şaneyek ji ajanan ava kiriye.
“Plana şaneyê li eniyên bakur û rojavayê Siweydayê êrişan pêk bînin”
Li gorî daxuyaniyê, plana şaneyê, rêze êrîşên terorî li deverên giştî û aktîv, sûkên sereke û avahiyên fermî jî di nav de pêk bîne.
Her wiha sembolên olî û kesayetên fermî bikujiin, li eniyên bakur û rojavayê Siweydayê êrîşan pêk bînin, xetên parastinê bin pê bikin û komkujiyan li dijî şêniyan bikin.
“Dezgehên parêzvanên nîştimanî şaneyên komployê keşif kirin”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dezgehên Parêzvanên Nîştimanî şane keşif kirin.
Piraniya ajanên têkildar nas kirin û ew girtin, piştre tevî delîlan ew şandin dozgeriyê.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî: Ji nav kesên hatine girtin 2 kes mirine
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ji nav kesên hatine girtin 2 kes mirine û der barê mirina wan de jî ev agahî dan:
"Li gorî raporên tiba edlî, sedema mirinê, bikaranîna zêde ya dermanê li djiîn bilindbûna tansyonê bû.
Kesê duyemîn jî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.
Têkiliyên her du mirinan jî bi mercên girtina wan ve tune ye."