Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan girtiyên ku ji sûcên edlî dihatin darizandin, efû dike.
Erdogan li gorî benda 16'an a madeya 104'an a Destûra Bingehîn, bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê cezayên mayî yên 12 girtiyan efû kir.
Di pêvajoya efûyê de raporên ku ji aliyê Saziya Tiba Dadî ve li gorî nivîsên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê hatibûn amadekirin, wekî bingeh hatin girtin.
Ev girtiyên ku hatine efûkirin ku bi sûcên gelekî giran hatibûn girtin.
Girtiyên ku hatine efûkirin ev in:
Mehmet Tunç (87): Li 26'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi sûcê “hewldana jinavbirina pergala destûrî” bi cezayê heta hetayê yê girankirî hatibû mehkûmkirin. Bi hinceta “kalbûnê” cezayê wî hat efûkirin.
Alî Kapu (63): Bi sûcê “kuştina bi plan” cezayê heta hetayê yê girankirî standibû. Bi hinceta “nexweşiya berdewam” hat efûkirin.
Mustafa Şahbudak (59): Ji ber kiryarên di nav de kuştina bi plan kirî, teşwîqkirina fuhûşê, avakirina rêxistina sûcê, pere standinê û bi gelek sûcên cuda cezayên giran ê girtîgehê lê hatibû birîn û cezayê wî bi hinceta “kêmendamiyê” hat efûkirin.
Mahmut Altun (69): Bi sûcên teşwîqkirina fuhûşê û avakirina rêxistinê cezayê girtîgehê standibû. Bi hinceta “nexweşiya berdewam û kalbûnê” hat efûkirin.
Serkan Şencan (44): Bi sûcên wekî bazirganiya madeyên hişbir û teşwîqkirina fuhûşê bi giştî zêdetirî 24 salan ceza lê hatibû birîn. Bi hinceta “nexweşiya berdewam û kêmendamiyê” hat efûkirin.
Mustafa Egmen (39): Bi gelek sûcan, di nav de hewldana kuştina bi plan, sextekarî di belgeyên fermî de kirin û bêparhiştina ji azadiyê, di girtîgehê de bû. Bi hinceta “nexweşiya berdewam û kêmendamiyê” hat efûkirin.
Suleyman Kizilkaya (32): Bi gelek sûcên dizî û gefxwarinê hatibû mehkûmkirin. Bi hinceta “kêmendamiyê” cezayê wî hat efûkirin.
Abdullah Şen (81): Bi sûcê “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê standibû. Bi hinceta “nexweşiya berdewam” hat efûkirin.
Adem Kozu (54): Bi sûcên “hewldana guhertina bi zorê ya pergala destûrî” û “xistina tiştên qedexe nava girtîgehê” mehkûm bû. Bi hinceta “nexweşiya berdewam” hat efûkirin.
Ev girtiyên ku bi sûcên edlî giran dihatin girtin,di 31'ê tîrmeha 2025'an de bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hatin efûkirin.