Zelenskî: Rûsya bi 3 hezar 800 dronan êrişê Ûkraynayê kir

Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî eşkere kir ku Rûsyayê di mehekê de, bi 3 hezar 800 dronan êrişê Ûkraynayê kir. Serokê Ûkraynayê daxwaz ji rayedarên ewropayê kir ku ji bo pereyên hatiyê cemidandin bikeve xizmeta hêzên wan ê parastinê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî diyar kir ku Rûsyayê di meha Tîrmehê de bi zêdetirî 3 hezar û 800 dronan û nêzî 260 moşekan êrişî Ûkraynayê kiriye.

Zelenskî dest nîşan kir ku ew nêrîna Serokê Amerîkayê Donald Trump, rayedarên Ewropayê û hevkarên wan yên din têkildarî bûyeran û şermezarkirina Rûsyayê bi nirx dibînin.

Zelenskî bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî Moskova tedbîrên tund bigire û li ser guhertina rejîmê li Rûsyayê xebatê bidin meşandin.

Zelenskî daxwaz kir ku pereyên Rûsyayê yên hatine cemidandin werin desteserkirin û got:

“Dem hatiye ku ew pere ji bo piştgiriya pergala parastinê ya Ûkraynayê û aştiyê werin bikaranîn."

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24