Şêniyên Siwêdayê daxwaza mafê xwe yê çarenûsî kirin

Şêniyên Siwêdayê li Qada El Kerama ya li navenda bajêr xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza mafê çarenûsî û vegerandina kesên revandî kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çalageran di derbarê binpêkirinên Hikûmeta Vegûhêz de daxuyanî dan, hebûna rayedarên hikûmeta veguhêz a li herêmê red kirin û gotin:

“Em ji saziyên Nanetewî daxwaz dikin ku doza kumkujiyan û doza gorê komî vekin.”

Ji Tîrmeha îsal ve, piştî ku Siwêda û gundewarê wê rastî êrişeke hêzên hikûmeta veguhêz hatin ku di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û revandin.

Rojane xwepêşandan û protestoyên giştî li dijî desthilatdariya hikûmeta veguhêz têne kirin û mafê çarenûsê tê xwestin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye