Berîya demekê Serokê Amerîkayê hişyarî da ku eger Îran rê li ber herikîna petrolê ya bi rêya Tengava Hurmuz bigire, wê bersiveke mezin bibînin.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo zêdekirina êrîşên li ser Komara Îslamî biçûk dît.
Elî Larîcanî di postekê li ser pilatforma xwe ya X wiha nivîsand: "Gelê Îranê ji gefên we yên vala natirse. Yên ji we mezintir nekarîne em ji holê rakirina. Hay ji xwe hebin ku hûn nebin yên ku winda dibin."
Larîcanî zêde kir ku Tengava Hurmuzê wê yan ji bo hemûyan bibe tengaveke rihetiyê an jî ji bo kesên ku xeyala şer dikin tengaveke xeniqandinê be.
Serokê Amerîkayê Donald Trump anîbû ziman ku her gaveke Îranê ji bo rawestandina hinardekirina petrolê ya di tengavê re wê rastî êrîşên Amerîkayê yên bîst caran bihêztir were.
Ji dema ku Îranê rêya avê girtiye, weke bersiva êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên ku di 28ê Sibatê de li dijî Tehranê dest pê kirine, nêzîkî 10 keştî li Tengava Hurmuzê rastî êrîşê hatine.
Êrîşên ku li ser tengava Hurmuzê berdewam kirin ku Hurmuz rêyeke girîng ji bo petrol û kelûpelên din e, hema bêje rawestiyane.