Artêşa Îsraîlê, Îro bi daxuyaniyekê eşker kir ku wan Serokê Şaxê Endezyariyê yê Hêzên Qudsê, yê ser bi Libnanê ve Mihdî Wefayî, di êrîşên dawî yên li ser Îranê de kuştiye.
Li gorî daxuyaniyê, Hêza Hewayî ya Îsraîlê, li gorî agahiyên îstîxbarata leşkerî, roja Sêşemê li bajarê Mahalat ê Îranê Mihdî Wefayî hedef girt û kuşt.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku bi kuştina Wefayî re şiyanên pêşxistina binesaziya binerdê ya Hizbulah û Îranê têk diçe.
Artêşê di daxuyaniyekê de got ku Wefayî 20 salan li Libnan û Sûriyê di rêvebirina projeyên binerdê de xebitîye.