Îran: Ewropa li dû sepandina sînorkirinên nû ye

Serokê Encumena Stratejîk a Têkiliyên Derve ya Îranê û Wezîrê Derve yê berê Kemal Xerazî, îdia kir ku encamên dan û standinên bi Ewropayê re, eşkere dikin ku aliyê din baweriya xwe bi diyaloga guncav nayne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kemal Xerazî destnîşan kir ku dan û standin ji mijara nukleerî wêdetir çûne û hewlên sepandina sînordarkirinên zêdetir li ser Îranê jî girtine nav xwe.

Di hevpeyvînekê li gel malpera KHAMENEI.IR de Xarazî rave kir ku mijarên mûşek û berxwedanê ne mijara dan û standinan e û tekez kir ku Îran wê dan û standinên li ser wan qebûl neke.

Xarazî da zanîn ku di dema serdana Serokkomar û Wezîrê Derve yê Îranê yê New Yorkê de, hewldanên dijwar ji bo dan û standinên saxlem hatin kirin ku wê bibin sedema encamên berbiçav, lê aliyên dijber ev yek red kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye