Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku li navenda bajarê Tertûsê jineke kuştî hat dîtin, destê wê jî girêdayî bû, ev yek jî nîşan dide ku berî bê kuştin hatiye girtin û destê wê jî hatiye girêdan.
Heya niha jî sedema kuştinê û kujer nehatine naskirin.
SOHR eşkere dike ku li navçeyên li jêr kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, her ku diçe kuştin zêdetir dibe û ji destpêka vê sale ve û heya niha 356 kes hatine kuştin, bê ku sedem û kujer bêne naskirin, di nav wan kuştiyan de 49 jin û 28 zarok hene.