Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku rêveberiya parzûngeha li Humsê biryara sekinandina derdora 392 karmendan girtiye, karmendên ku hatine sekinandin bi devkî ji wan re biryar hatiye gotin, kartên wan ji wan hatine standin û nehiştine ku derbasî cihê xebatê xwe bibin.
Çavkaniyê da zanîn ku beriya çend rojan wekî heman şêweyî derdora 186 karmendên parzûngeha Banyasê jî hatin sekinandin.
Bi vî awayî li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, li her du parzûngehan bi giştî derdora 578 karmend ji xebatê hatine sekinandin.
Heta niha biryar nehatiye zelalkirin, rêkar, dem û bandora ku ev yek derdixîne holê nehatiye diyarkirin.
Di çarçoveya çareserkirina rewşa karmendên saziyên girêdayî Wezareta Enerjiyê, beriya niha wezaret ragihand ku wan rê li ber pêşwazîkirina daxwazên karmendên ji ber sedema şoreşa Sûriyê û xizmeta leşkerî hatibûn sekinandin, vekirine.