Gerînendeyên herêman ên parêzgehê, gelek rayedar, parêzgarê Dêrazorê Ziyad El Ayîş, cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed El Hîlalî û rêveberê Komîteya Entegrasyonê Hesen Şero tev li civînê bûn.
Di destpêka civînê de gerînendeyên herêman têkildarî xebatên ku bi rê ve birine agahî dan û plansaziyên xwe vegotin.
Piştî wê li ser çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzarî û îdarî gotûbêj hatin kirin.