Çalakiyên ji bo Zimanê Kurdî berdewam dikin

Di çarçoveya xwedîderketina li zimanê Kurdî de, panêlek li Hola Mişwar a bajarê Hesekê hat lidarxitin. Di panêlê de mamoste, xwendekar û malbatên wan beşdar bûn. Beşdaran diyar kir ku xwendina bi zimanê Kurdî mafekî sereke ye û divê Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê li biryara xwe vegere.

reset font size increase font size

Ji bo xwedîderketina li Zimanê Kurdî û çawa cihê xwe di nava destûra Sûriyê de bigire, panêlek li Hola Mişwar a bajarê Hesekê hat lidarxitin.

Di panelê de li ser, Zimanê Kurdî di Sûriya nû de ku ji mafê çandî ber bi mafê perwerdehiyê ve, kîjan ezmûn dikare bi zimanê Kurdî cihê xwe di nava Sûriyê de bigire û ezmûnên Cîhanê yê fêrbûna bi zimanê dayîkê hatin gotûbêjkirin.

Tê de jî mamoste, xwendekar û malbatên wan beşdar bûn.

Her wiha beşdaran diyar kirin ku xwendina bi zimanê Kurdî mafekî sereke ye û divê were xwendin.

Xwendekara bi navê Bêrîtan Îsmaîl ji Nûçe tv re eşkere kir ku ev hefteyeke ji bo zimanê Kurdî çalakiyan li dar dixin, lê heya niha ti deng ji hikûmetê nehatiye û mamosteyên hikûmetê wan di nav dibistanên xwe de jî qebûl nakin.

Mamosteyê bi navê Ednan Boznî jî diyar kir ku eger Wezareta Perwerdeyê li biryara xwe venegere wê sînordarkirina zimanê Kurdî bandorê li zanîngeha Rojava jî bike.

 Mamosteyan jî piştgiriya xwe ya ji bo xwendekaran nîşan dan û tekez kirin ku têkoşîna wan a ji bo xwendina bi zimanê Kurdî berdewam bike.

Di dawiya panêlê de gihîştin hin encaman.

Di nav de jî vekirina deriyê diyalogê û dan û standinê li gel Wezareta Perwerdeyê der barê fêrbûna zimanê Kurdî de.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye