Meclîsa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî rewşa dawî ya taxan Helebê ku êrîşeke giran li ser tê kirin û berxwedaneke xurt lê heye, daxuyaniyek da.
Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, diyar kir ku Hikûmeta Veguhêz teslîmiyetê li ser gel û hêzên asayîşê ferz dikin, dixwazin komkujiyan pêk bînin û koçberiyek nû pêk bînin, her wiha pêkanînên Hikûmetê yên heta niha tu baweriyê nadin, lewma ew ê taxên xwe biparêzin. Meclîsê bêdengiya hêzên garantor ên peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê jî şermezar kir.
Meclisa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, derbarê êrîşên li ser herdu taxan, helwesta Hikûmeta Veguhêz û bêdengiya hêzên navnetewî ya li hemberî komkujiyan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya meclisê wiha ye:
“Ji roja 6’ê Çileyê ve li ser taxên me êrîşeke bi çekên giran û bombebaraneke dijwar tê kirin.
Di van êrîşan de mizgeft, dibistan, nexweşxane, malên sivîlan û saziyên xizmetgûzariyê bi temamî hatin hedefgirtin
Gelê me û hêzên me yên asayîşê li dijî van êrîşan berxwedaniyeke mezin nîşan didin.
Bi van êrîşan tê armanckirin ku li dijî gelê me yê van taxan ku bi sedan salin li van taxan jiyan dikin di komkujiyê re bê derbaskirin û pêleke nû ya koçberiyê bidin destpêkirin. Ango tê xwestin ku demografiya bajêr û taxên me were guhertin. Her wiha ev êrîş bi her awayî tê wateya valaderxistina û binpêkirina hevpeymana 1’ê Nîsanê.
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê van êrîşan di bin navê Artêşa Sûriyê a nû de û bi piştgiriya dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wan pêk tîne.
Her wiha em bêdengiya hêzên navneteweyî yên ku ji bo hevpeymana 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê wekî garantor û çavdêr amade bûn jî bi tûndî şermezar dikin.
Êrîş û xeteriya komkujiyê ya li dijî gelê me yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê heta niha jî berdewam dike.
Bangewaziya ku hêzên hikûmeta Vguhêz a Sûriyê ji bo gel û hêzên me yên asayîşê dike, sepandina teslîmbûnê ye, lê gelê me yê van taxan ji bo li taxên xwe bimîne û parastina taxên xwe bike, bi biryar e.
Di rewşa heyî de li cihê ku çekdarên Hikumeta Veguhêz pêş de hatine li dijî sivîlan komkujî têne kirin. Ango heman kiryar û komkujiyên ku li dijî Elewî û Durziyan hatine kirin, li taxên me jî têne kirin.
Herkes dizane ku li van taxan bi sed hezaran sivîl hene û di encama bombebarana giran a li dijî sivîlan de bi dehan birîndarên me çêbûne. Gelek ji van birîndaran jin û zarok in. Nexweşxaneya me ya taxê ya bi navê Xalid Fecir ku jixwe derfetên xwe pir kêm bûn jî, rastî êrîş û bombebarana giran hat. Ev sûcê şer îfade dike. Di rewşa heyî de nexweşxane bi temamî ji xizmetê derketiye. Bi tu awayî derfetên ku birîndar werin dermankirin li taxên me nemane.
Di warê însanî de krîzeke ciddî heye. Wekî raya giştî jî dizane ev demek dirêj bû ku taxên me di dorpêçê de bûn û ketina taxê ya pêdiviyên însanî dihate astengkirin. Her wiha rewşa zivistanê rewşa heyî hîn girantir dike.
Di encamê de hêzên hikûmeta Veguhêz û çekdarên girêdayî wan banga radestbûnê li taxên me dikin û dixwazin ku gel ji van taxan derkeve. Dîsa teslîmbûna hêzên me yên asayîşê tê xwestin.
Em wekî rêveberiya meclîsên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zextên li ser gelê xwe û taxên xwe qebûl nakin. Ji ber kiryarên hikûmeta Veguhêz a Sûriyê yên ji dema hatina ser desthilatê heta niha ku li dijî pêkhate û cihêrengiyên cûda yên Suriyê pêk anîne û bi taybet jî bombebarana bê ser û ber û komkujiyên li dijî gelê me yê ku di van çend rojên dawî de pêk anîne, baweriya me nîn e ku em ewlekariya xwe û taxên xwe radestî wan bikin. Ji bo vê jî ne mimkûne ku em di aliyê girtina ewlekariya taxên xwe de paş de gav bavêjin. Me biryar daye ku em li taxên xwe bimînin û parastina taxên xwe bikin.
Herî dawî jî em bang li gelê xwe yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin ku berê xwe bidin Nexweşxaneya Xalid Fecir ku li birîndarên xwe xwedî derkevin û ji bo parastina taxên xwe seferber bibin.”