Îro li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê, civîn û merasîmeke fermî ji bo ragihandina yekkirina temamî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hat lidarxistin.
Merasîm bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl pêk hat.
Herwiha hejmarek ji berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê û nûnerên Koalîsyonê di merasîmê de beşdar bûn.
Şoreş Îsmaîl: Ev roj ji bo gelê Kurdistanê dîrokî ye
Di vê merasîmê de Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl ragihand ku ev roj ji bo gelê Kurdistanê û Hêza Pêşmerge demeke girîng û dîrokî ye.

Mesrûr Barzanî: Yek ji sozên sereke yên hikûmetê yekkirina hêza Pêşmerge bû
Di heman merasîmê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî got ku îro ji bo wî bi xwe rojeke taybet e, ji ber ku ji roja yekem a destpêkirina karê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, yek ji sozên sereke yên hikûmetê yekxistina Hêza Pêşmerge bûye.

Nêçîrvan Barzanî: Ev gav ji bo parastina pêşeroja Kurdistan ye
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku berdewamiya van hewldanan vedigere sala 2016an, gava ku Serok Mesûd Barzanî proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de da destpêkirin.
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku ev pêngav di demekê de bû ku Hêza Pêşmerge li jêr fermandariya Cenabê Serok de efsaneya DAIŞê têkşikand.
