Di rûniştina diyalogê de rêxistinên jinan, partiyên siyasî û civakî her wiha kesayetên serbixwe jî amede bûn.
Rûniştina yekem a bi sernavê nenavendîkirina Sûriyeyê, têgeha wê û bandora wê li ser pêşerojê, ji aliyê seroka Pirtûkxaneya Jinan a Encumena Sûriya Demokratîk Cîhan Xidro ve hat birêvebirin.
"Nenavendîbûn amûra bigehîn ji bo avakirina civaka demokeratîk e "
Cîhan Xidro diyar kir ku nenavendîbûna Sûriyeyê amûreke bingehîn ya ji bo avakirina civakeke bê desthilatdariya navendî ye û ev yek bi avakirina şoreşa Rojava re xwe îspat kir.
Her wiha Cîhan Xidro tekez kir ku nenavendîkirin dibe bingeh ku edalet û wekheviya civakî xurt bibe û mafê jinan yên qanûnî were parastin.
Destûra Bingehîn ya Sûriyeyê ku niha di meriyetê deye, pêkhateyên Sûriyeyê ji hev dûr xistiye.
Mijara duyem ya bi sernavê Destûra Sûriyê û rola pêkhate û jinan, ji hêla lêkolînerê hiqûqa navneteweyî Xalid Cebir ve hat birêvebirin.
Xalid Cebir wiha got:
Divê destûra nû ya Sûriyeyê wekî peymanek civakî were dîtin ku mafên mirovan û azadiya bingehîn piştrast dike û nirxên wekheviyê misoger dike.
"Rola jinan yek ji stûnên herî girîng ên avakirina Sûriyeyê ye"
Lêkolînerê hiqûqa navneteweyî Xalid Cebir wiha domand:
"Xurtkirina statuya jinan di destûrê de yek ji stûnên avakirina peşeroja Sûriyeyê ye. Divê mafên wan ên bingehîn wek perwerde, kar, lênihêrîna tenduristiyê û milk jî werin parastin."
Beşdaran tekez kirin ku nenavendîbûn bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk û dadwer e û divê beşdariya bi bandor a hemî pêkhateyan, bi taybetî jî jinan, bixe bin temînatê.