Bi salan e yek ji krîzên ku jinên Îranî bi bêdengî pê re têdikoşin kîloyên zêde ne. Sedema vê yekê jî astengiyên li qadên spore, tirsa ji ber nêrîna civakê û darizandin e.
Di salên dawî de ji ber polîtîkayên rejîma Îranê ku li ser şêwaza jiyana jinan ferz dike dibe sedem ku gelek jin bi vê nexweşiyê re rû bi rû bimînin.
Her wiha ev rewş pêşî li nexweşiyên derûnî û fizîkî jî vedike.
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, ji her 10 jinên li Îranê 7 jin nikarin kîloya xwe ya normal biparêzin.
Bingiha vê krîzê jî ew e ku jin bi awayekî azad nikarin li parkên li bajar û qadên vekirî bimeşin û bibezin.
Ji tunebûna cih û binesaziyê zêdetir, zagonên heyî û çanda kevneperest ya civakî li pêşiya spora jinan astengiyên mezin çêdikin.
Ji ber sporê jin li Îranê tên binçavkirin
Jinên ku ji JINHA'yê re axivîn bal kişandin zehmetiyên jiyan dikin. Ji ber xeteriyan jin navê xwe yê rastî neanîn ziman û bi navên cûda ji ajansê re axivîn.
Jina bi navê Mena R. da zanîn ku ji ber wê spor kiriye hatiye binçavkirin û wiha got:
"Dema min biskilêt diajot , bi hinceta ku ez li gorî ‘pergala civakê tevnagerim’ û cilên ne guncaw li xwe dikim min binçav kirin û dest danîn ser biskilêta min. Ji wê rojê şûn ve min bi temamî dest ji sporê berda."
"Ji ber gotin û tacîzê me dest ji meşa xwe berda"
Welatiya bi navê Îzzet Eslîmî ya 47 salî jî wiha got:
"Bi çend cîranên xwe re me her şev dest bi meşê kir, lê di nava çend rojan de ciwanên li ser motosîkletan riya me girtin û gotinan ji me re gotin. Piştî salekî, ji ber henekên ku dihatin kirin û ji tirsa destdirêjiyê me dev ji meşa xwe berda."
Mînakên bi vî rengî li Îranê her ku diçe zêde dibe. Ev mînak jî nîşan didin ku sedema herî bingehîn ya obezîteya li Îranê pêşdikeve polîtîkayên rejîma Îranê û zêxtên civakî ne.