Guman tê kirin ku ev guhertin girêdayê serdana Tom Barrack bin.
Medyayên Îraqê wiha ragihandine ku serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ev guhertin di van postan de kirine.
Basim Bedrî li şûna Ebdulkerîm Besrî bûye serokê Saziya Ewlekariya Neteweyî ya Îraqê.
Her wiha parêzgarê Banka Navendî ya Îraqê Elî Elaq ji posta xwe hatiye dûrxistin û tê çaverêkirin ku Nîzar Nasir biçe cihê wî.
Ji aliyekî din ve, Qasim Erecî ji posta şêwirmendiya Ewlekariya Neteweyî ya Îraqê hatiye dûrxistin û li cihê wî Qasim Ebûdî hatiye danîn.
Ev guhertinên li Îraqê piştî serdana Barrack hatin encamdan
Ev guhertin di demekê de ne ku niha şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Îraqê, Qasim Erecî, bi serokatiya şandeyeke bilind li Başûrê Kurdistanê ye û li ser hejmarek mijarên navbera Îraq û Başûrê Kurdistanê gotûbêjan encam dide.
Her çend e heta niha hikûmeta Îraqê bi awayekî fermî ti zanyarî li ser wan guhertinan belav nekiriye, lê berpirsên payebilind ên Îraqê ev agahî ji bo medyayên Îraqê eşkere kirine.
Biryar e Elî Zeydî meha bê serdana Amerîkayê bike
Ji aliyekî din ve, biryar e di nîvê meha tîrmehê de Elî Zeydî bi serdaneke fermî bigihêje Amerîkayê û digel serokê wê Donald Trump bicive.
Lê Elî Zeydî divê berî serdana xwe kabîneya xwe temam bike û ew postên wezaretan, ên ku vala mane, dagire.
Ji ber vê yekê, serokwezîrê Îraqê bi awayekî fermî ji aliyên siyasî yên Îraqê, bi taybetî ji Çarçoveya Hevahengiyê (Şîe), daxwaz kiriye ku di demeke nêzîk de dosyaya wan wezaretên ku heta niha bê wezîr in, yekalî bikin.
Ev di demekê de ye ku di roja 15’ê vê mehê de Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Tom Barrack serdana Îraqê kiribû û nameya taybet a Donald Trump gihandibû serokwezîrê Îraqê.