Peymangeha Rojhilata Navîn a Amerîkayî, di raporeke nû de eşkere dike ku rêveberiya Donald Trump biryara xwe daye.
Êdî siyaseta hevsengiyê di navbera Washington û Tehranê de" ji aliyê Bexdayê ve nayê qebûlkirin.
Washington amade ye çavan li helwestên niha yên Îraqê yên li beramberî Îranê bigire, bi şertekî ku Bexda bi tevahî rûyê xwe bizivirîne rojava û welatên erebî.
Ev raport di demekê de ye ku biryar e di nîvê meha bê de, Elî Zeydî, serokwezîrê nû yê Îraqê serdana Washingtonê bike.
Herçend Amerîkî wek "mîrovekî çalak û erênî" li Zeydî dinêrin, lê ji ber ezmûnên nexweş bêhêvîker yên borî ligel serokwezîrên berê, bi guman û hişyariyê ve li benda gavên wî ne.
Îdareya Trump di rîya nûnerê xwe yê taybet, Tom Barrack, nexşerêyeke pêşkêşî Elî Zeydî kiriye ku ji sê tewerên (babetên) serekî pêk tê.
Mercekî Amerîkayê ji bo Îraqê hilweşandina Heşda Şebî ye
Yek ji wan daxwazan ewe ku, Hilweşandina Heşda Şebî û Çekdarkirina hemû gruptên çekdar ku ev yek jî pêdivî bi biryareke wêrek a siyasî û yasayî ji aliyê parlementoyê ve heye.
Her wiha, Parastina Veberhênanê, Dabînkirina jîngeheke aram û parastî ji êrîşên milîsiyan ji bo kompanyayên petrolê û veberhênerên biyanî li Besra û Başûrê Kurdistanê.
Ji alîyeke din ve jî ,Guherandina Arasteya Siyasî û Aborî, Zivirandina arasteya Îraqê ber bi welatên Kendavê û Rojava, mîna wê guherîna stratejîk a ku Washington dixwaze li Sûriyê bi cih bîne.
Raport tekez dike ku serokwezîrê nû yê Îraqê li beramberî ceribandineke gelekî dijwar de ye.
Ew ji aliyekî ve divê pabendî xetên sor ên Amerîkayê be di destnîşankirina wezîrên (Navxwe û Berevaniyê) xwe de, û ji aliyê din ve jî neçar e hinek tawîzan bide aliyên Çarçoveya Hevahengiyê.