Dewleta Îranê 7 girtî bi dar ve kirin

Kiryarên dewleta Îranê yên weke girtin û bidarvekirinê berdewam in. Dewleta Îranê 7 girtî bi dar vekirin û cezayê girtinê li parêzerekê birî.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku Asiyeh Ferahmand û Zeyneb Zarini her du jin, ku xizmên nêzîk û jinên zilamekî 50 salî yê bi navê "Fethullah" bûn, bi tohmeta beşdarbûna di "kuştina bi zanebûn" a mêrên xwe de hatibûn girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê anî ziman ku di 7'ê hezîrana 2026'an de, cezayên bidarvekirinê yên her du jinan bi tawana "kuştina bi zanebûn" li zindana Qezwînê hatin bicîhanîn.

Li gorî amarên Hengawê, di 6 mehên borî de herî kêm 9 jin li zindanên Îranê hatine bidarvekirin.

Di Heman demê Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê da diyarkirin ku di meha hezîrana îsal de, di nav deh rojan de, cezayên bidarvekirinê li 5 girtiyên li zindana Hemedanê hatin bicîhanîn.

Her wiha dewleta Îranê cezayê girtinê li parêzerekê birî û gelek xwendekarên zanîngehê jî ji dibistanê dûr xistin.

Parêzera bi navê Gulale Wetendost piştî ku wekaleta dosyeya girtiyên xwepêşandanan girtibû ser xwe, ji aliyê dadgeha şoreşê ya Sineyê ve cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Hate diyarkirin ku 7 xwendekarên zanîngeha hunerî ya Şerîf a Tehranê ku di nav wan de du jinên bi navên Perniyan Xudabexşî û Fatime Xakpûr, ji ber çalakiyên wan ên di tevnên medyaya dijîtal de yên girêdayî xwepêşandanên seranser ên vê dawiyê li welat qewimîn, ji aliyê zanîngehê ve cezayê dûrxistinê li wan hat birîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye