Silêmanî li seranserî Îraqê pêşengiya werzîşa jinan dike

Her çendî navê werzîşê bi mêran ve hatibe girêdan jî, lê tîmên jinan û serkeftinên ku bi dest dixin, vê yekê dişikînin. Li Başûrê Kurdistanê û Îraqê, bajarê Silêmaniyê li seranserî Îraqê serkêşiya werzîşa jinan dike û tîma wê ya jinan di lîga Îraqê de jî bi ser ket.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Her çendî navê werzîşê bi mêran ve hatibe girêdan jî, lê di rastiya wê de hêdî hêdî tîmên jinan û dibistanên wan ên werzîşê vê girêdanê red dikin.

Gelek tîmên jinan ên werzîşê li ser asta Başûrê Kurdistanê û Îraqê tev li lîstikan dibin.

Mînaka vê yekê jî, Tîma Zanîngeha Silêmaniyê ye ku tevî hebûna astengiyan li pêş jinan jî, ew her dixwazin serkeftinên berbiçav bi dest bixin.

Parêzvana golê ya Tîma Zanîngeha Silêmaniyê Terze Tariq ku 3 sal in lîstikvana footbulê ye, behsa tevlêbûna xwe ya nava tîma Zanîngeha Silêmaniyê kir.

Mamosteya Zanîngeha Perwerdeya Fîzîkî û Zanista Werzîşê Bihar Osman jî diyar dike ku ew gelekî karînên jinan di warê werzîşî de dibîne.

Mamosteyê Peymangeha Werzîşa Silêmaniyê û Perwerdekarê Tîma Handball a Zanîgeha Silêmaniyê Kurdo Ebdulqadir tekez dike ku Silêmanî li seranserî Îraqê pêşengiya werzîşa jinan dike.

Tîmê herî dawî di qonaxa yekem ya Lîga Îraqê de ku 7 klup tê de beşdar bûn, 9 xal bi dest xistin û di lîgê de bû tîma yekem.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye