Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Mafê Mirovan a Medyayê (ÎHAMED) û gelek Komeleyên Hiqûqnas, mafê mirovan û tevgerên jinan li dijî zêdebûna kuştina jinan û parastina mafê wan beşdarî hemleyê bûn.
Rêvebera Komeleya Jinan a Star Meryem Aslan di daxuyaniyê de eşkere kir ku kuştina jinan beşek ji polîtîkayên şerê taybete ku bûye amûreke gurkirina mirinên gumarbar ên jinan.
Meryem aslan da zanîn ku di demên dawî de bandora çeteyên tiryak û fihûşê li herêmê zêde bûye û ev rêxistin bûne gefek rasterast li ser mafê jiyanê yê jinan.
Meryem Aslan eşkere kir ku ji bo parastina mafê jiyanê yê jinan, li dijî polîtîkayên ku sûcdaran diparêzin û bêcezatiyê ferzdikin ew ê xeteke têkoşînê ya daîmî ava bikin û got: "Mirina jinan ne çarenûs e, encama pergala serdest a mêran e".