Şerîfe Mihemedî di 5’ê Kanûna 2023’yan de ji aliyê hêzên ser bi wezareta Îtlaetê (îstixbarat) ya Îranê ve, bêy fermana dadwer hate binçavkirin.
Şerîfe Mihemedî di girtîgehê Îranê de rastî êşkenceyên fîzîkî û derûnî hat.
Di 4’ê Tîrmeha 2024’an de bi tometa (derketina dijî desthilatê) ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve, cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd, Emîr Reîsyan li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku cezayê darvekirinê yê li ser Şerîfe Mihemedî hate betalkirin û li cihê wê cezayê 30 sal girtîgeh lê hat birîn.
Parêzer Emîr Reîsyan diyar kir ku ew hewl didin carek din Şerîfe Mihemedî were dadgehkirin, da ku cezayê girtîgehê yê lê hatî birîn bê betalkirin û azad bibe.