DAIŞ'ê di Cotmeha 2025'an de li deverên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)'ê de êrîşên xwe zêde kirin.
Ev yek çalakiya berdewam a şane û şiyana wê ya ji nû ve rêxistinkirin û sûdwergirtina ji valahiya ewlehiyê, nîşan dide.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR): DAIŞ di meha Cotmehê de 16 êrîş pêk anîne.
Operasyon bi vî awayî hatin belavkirin:
Di sê operasyonên li dijî DAIŞ'ê de li Reqayê çar kes hatin kuştin. Ji wan endamekî Hêzên Sûriya Demokratîk û du sivîl şehîd bûn, çeteyekî DAIŞ'ê jî hat kuştin.
Di heman demê de, sê endamên QSD'ê jî birîndar bûn.
Li Dêra Zorê jî, di encama 13 operasyonan de, 6 endamên QSD'ê û 4 endamên Ewlehiya Hundirîn birîndar bûn.
Tevî ku DAIŞ ji sala 2018'an vir ve kontrola erdnîgarî winda kiriye, lê hîn jî xwedî şiyanên ewlehî û leşkerî ye ku dihêle ew êrîşên bêserûber pêk bîne ku gefê li aramiyê bixwe.
Ev gef bi taybetî li parêzgeha Dêra Zorê, ku berê keleheke rêxistinê bû, eşkere ye.
Şaneyên wê yên çalak operasyonên xwe li deverên gundewarî ên parêzgehê didomînin, sûd ji erdnîgariya tevlîhev û pirsgirêkên ewlehiyê yên dûbare werdigirin.