Di sala 1963’an de projeyeke herî xeter li ser herêma Kurdên Rojavayê Kurdistanê hat meşandin, gelek erd ji Kurdan standin û dan Ereban. Bi dehan gundên Kurdan hatin talan kirin û bi dehan jî gundên nû ji Ereban re hatin avakirin.
Kembera Erebî çiye?
"Kembera Erebî" ku tê bikaranîn ji bo pêvajoya Hikumeta Sûriyê ku zeviyên çandiniyê yên girêdayî cotkar û axayên Kurdan ên parêzgeha Hesekê desteser dike, wan dide cotkarên Ereb ên ku ji parêzgehên Reqa û Helebê hatine, li herêma "Cezîrê" li ser xeta sînor a bi Tirkiyê bi cih kirine.
Hikûmeta BAAS’ê Erebên ku ji bajarên Reqa û Helebê ku di çarçoveya projeya ‘Kembera Erebî’ di destpêka sala 1963’an de despê dike ku li Herêma Cizirî ku li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê dikeve de bi cîh dike. Bi cih kirina Ereban rejîma BAAS’ê zeviyên çandiniyê ku girêdayê cotkar û axayên Kurdên ji parêzgeha Hesekê desteser dike û ev zeviyan dide, Erebên ku di çarçoveya plana ‘Kembera Erebî’ de hatiye bi cih kirin.
Di wê de bi hebûna girseyeke Kurd a mirovî û erdên çandiniyê yên bibereket hatiye pênasekirin. Erdê çandiniyê yê li wê herêmê ji aliyê herêmî ve bi navê 'Rêza 10' an tê naskirin .
Berfirehiya Projeya Kembera Erebî
Berfirehiya kembera Erebî gihaşt nêzî 3 mîlyon donim. Ji El-Malkiye li ser sînorê îdarî di navbera parêzgehên Hesekê û Reqayê de ye û di navbera gundên Til Celîl û Recan de ye û bi kûrahiya deh kîlometreyan dirêj dibe. Di sala 1965'an de biryar hate girtin ku kembereke Erebî ku dirêjiya wê 350 km ye û 10-15 km jî dirêj e li ser dirêjahiya sînorê Sûriyê û Tirkiyê were avakirin. Kember ji sînorê Iraqê yê li rojhilat digihîje sînorên xwe yên herî zêde heta Ras el Aîn a li Rojava.
Sedema sereke ya çêkirina Projeya Kembera Erebî
Raportên Human Rights Watch nîşan didin ku armanca rastîn pêşî li avakirina girêdaneke erdnîgariya Kurdî li seranserî sînoran bigire, Kurdan ji herêmê koç bikin û malbatên Ereb li cihê wan bicih bikin, bi awayekî ku xizmeta siyasetên înkar û marjînalîzekirinê bike.
Destpêka Projeya Kembera Erebî
Di sala 1962'an de hikûmeta Sûriyeyê tişta ku bi navê 'serjimartina awarte' li parêzgeha Hesekê dihat naskirin pêk anî, ji Kurdan xwest ku îspat bikin ku ew ji sala 1945'an û vir ve li Sûriyeyê dijîn û eger îspata xwe neynin ew ê netewebûna xwe ya Sûriyeyê winda bikin.
Hikûmetê di rojekê de serjimarî pêk anî û di derbarê pêvajoyê de têra xwe dem û agahî neda şêniyan. Di encamê de desthilatdaran bi qasî 120 hezar Kurdên netewetiya xwe tazî kirin û bi vî rengî ew li pêşberî cûreyên pirsgirêkan bêdewlet hiştin.
Di sala 1965'an de Mihemed Talab Hîlal weke waliyê Hesekê ji hêla desthilata Sûriyê ve hat erkdarkirin.
Ji sala 1965'an heta 1976'an komên eşîrên Sûnî yên Ereb li herêmê hatin bicihkirin.
Ev proje berî avakirina Bendava Firatê destpêkir. Di sala 1966'an de di dema sêyemîn kongreya herêmî ya Partiya Sosyalîst a BAAS a Ereb de, di paragrafa pêncemîn a pêşniyarên konferansê de hat gotin: "Divê nirxandinek nû li ser axa ku li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê ya bi dirêjiya 350 km û bi kûrahiya 10-15 km de were kirin. Divê ew erd milkê dewletê be û ji bo ewlehiya dewletê divê pergalên razemeniyê yên guncaw tê de werin sepandin."
Piştî vê pêşniyarê, hikûmeta Sûriyeyê nêzî 5 hezar û 250 kîlometre çargoşeyî bi dest xist û ev herêm bû parçeyek ji milkê dewletê.
Biryara veguhastinê ji aliyê Serokatiya Herêmê ya Partiya BAAS a Sosyalîst a Ereb a bi hejmara 521 destpêkir.
Hikûmetê Alîkarê Sekretêrê Herêmî yê Partiya BAAS Mihemed Cabir Bacûc û hem jî Endamê Rêveberiya Herêmî ya Partiyê Ebdullah El-Ehmed erkdar kirin ku, xaniyên ji bo malbatên ku dê veguhêzin parêzgeha Hesekê peyda bikin ûniştecihbûna wan bişopînin.
Hikumeta Sûriyê di sala 1973’an de dest bi projeyê kir û gundên mînak li Hesekê avakirin. 45 gund hatin avakirin û nêzî 4000 malbat ji cihê ku Bendava Tebqa lê çê bûye anîn û li wê gundan bi cih kirin, ji wan re dibêjin Ereb El Gumar. Bi giştî hejmara mirovan gihişt çil hezarî û ji sedî 6 ji giştî parêzgeha Hesekê pêk anîn. Li ser her malbetekê jî di navbera 150 û 300 donim zevî belavkirin.
Avakirina Kampan
Di sala 1974'an de hikûmeta Sûriyê kampeke demkî li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişlo ava kir û malbatên Ereb ên ku ji parêzgeha Reqayê dihatin veguhestin.
Ji ber tirsa ku xwediyên erdan êrîşî malbatên ereb bikin, ewlehiya li derdora cihê wan tengkirin.
Bicihkirina niştecihan di sala 1975’an bi dawî bû.
Ziyanên Kurdan ji projeyê
Nêzî 355 gundên Kurdan ji vê projeyê ziyan dîtin, gelek gundên Kurdan hatin rakirin û tevî gundên ku nû çêbûne bûn.
Nêzî 150 hezar hemwelatiyên Kurd ji projeyê ziyan dîtin.
Gundên ku hatina avakirin û erdên ku hatine desteserkirin
39 gund ji aliyê desthilata Sûriyê ve li ser sînor hatin avakirin û li gorî herêman wiha hatin dabeşkirin:
Herêma Qamişlo: 12 gund di navbera Bajaroka Tirbêspiyê û gundê Xezalê hatin avakirin jî ev in:
Hejmara malbetên ereb yên hatine |
Hejmara donimên erda |
Gund |
165 |
24750 |
Menezre |
144 |
21600 |
harmon |
126 |
25200 |
Helwê |
153 |
30600 |
Tenûriyê |
155 |
31000 |
Om Elfursen |
124 |
30600 |
Hîmo |
34 |
6800 |
ElSewra |
112 |
22400 |
ElHetimiyê |
62 |
12400 |
Om ElRebîa |
109 |
21800 |
ElBehîra |
104 |
20800 |
ElCabîriyê |
113 |
16950 |
ElQehtaniyê |
Herêma Dêrîk: 12 gund li wir hatin avakirin
Hejmara malbetên ereb yên hatine |
Hejmara donimên erda |
Gund |
159 |
23847 |
Ên ElXadra |
105 |
15823 |
Tel Elsadik |
99 |
14855 |
Elsihiyê |
171 |
25679 |
Mistafewiyê |
185 |
27750 |
Tel Eiwar |
60 |
15735 |
ElHamra |
145 |
8120 |
Şebik |
125 |
6788 |
Tel Elo1 |
172 |
9288 |
Tel Elo2 |
143 |
21450 |
Tewekul |
111 |
16696 |
Maişoq |
60 |
3327 |
ElCewediyê |
Herêma Serêkaniyê:15 gund hatin avakirin
Hejmara malbetên ereb yên hatine |
Hejmara donimên erda |
Gund |
120 |
27500 |
Tel Tişrîn |
106 |
21500 |
ElQunêytira |
135 |
21500 |
ElQeyrewan |
102 |
20500 |
Zahir El Ereb |
95 |
23750 |
ElEsediyê |
56 |
13570 |
Berqe |
55 |
16800 |
Tel Elhadara1-2 |
22 |
7160 |
Tel ElErqem |
39 |
11700 |
ElMutenebî |
19 |
7000 |
Om Îzam |
23 |
18206 |
ElÎnadiyê |
87 |
27000 |
ElZewiyê |
83 |
24900 |
ElDehme |
85 |
26100 |
Henedî |
Efser û hemwelatiyan qadên mezin ên zeviyên çandiniyê yên ku cotkarên Kurd ên li herêmên Dêrik û Tirbêspiyê ji nû ve çêkiribûn, dest danîn ser.
Di sala 1982'an de erebên Gumar bi koordîneya efserên rêjîma Sûriyê dest danîn ser zeviyên çandiniyê yên ku li gundên Celxe û Sermasaxê.
Mihemed Talab Hîlal kî ye?
Mihemed Talab Hîlal ew efserekî di Wezareta Navxwe ya Sûriyê de bû, di sala 1961’an de bi pileya yekemîn Eqîd derçû. Cihên bilind di desthilata Sûriyê de digirt û erka wî ew bû Cîgira Serokê Wezîran û Serokê Daîreya Ewlekariya Siyasî.
Lêkolîna Mihemed Talab Hîlal çi bû?
Mihemed Talab Hîlal di sala 1963’an de lêkolînek bi navê “Lêkolînek li ser parêzgeha Cezîrê ji aliyên neteweyî, civakî û siyasî ve” çêkir.
Di lêkolînê de hat pişniyarkirin ku;
Hêmanên ereb û nasyonalîst li herêmên Kurdan li ser sînor bi cih bikin, ew keleha paşerojê ne û di heman demê de çavdêriya Kurdan dikin, heta ku ji cih û warê xwe koç bibin. Hatiye pêşniyar kirin ku ev yek ji 'Şemmarê' be, ji ber ku di nava eşîrên herî xizan ên li ser rûyê erdê de cih digirin, ya duyemîn jî ji sedî sed bi mîsogerî neteweperestin.
Di lêkolînê de het pêşniyarkirin ku sînora bakurê Cizîrê bibe qadeke leşkerî ya mîna eniya pêş, da ku yekîneyên leşkerî tê de bi cih bibin û erka wê ya sereke koçkirina Kurdan û bicihkirina Ereban li şûn wan be.
Lêkolînê bang kir ku baxçeyên komî ji Ereban re çêbibin, ew baxçe bi çekan were amadekirin û tê de perwerdeyên leşkerî werin meşandin mîna Koloniyên Cihûyan a li ser sînor.
Projeya Kembera Erebî li gorî zagonan
Erdê hatiye desteserkirin, li malbatên ku bi qasî 300 kîlometre dûrî axa destseriyê bi cih bûne hate belavkirin, ev yek jî binpêkirina eşkere ya qanûna reforma çandiniyê ya der barê rêgezên belavkirin û kirêkirinê de ye.
Di xala 15’an de ya destûra bingehîn a Sûriyê de tê gotin ku ji bilî berjewendiya gel û di berdêla tazmînata adîl de, wê malên taybet neyên îxrackirin.
Di madeya 771 a zagona sivîl a Sûriyê de tê gotin: "Ji bilî dozên li gorî qanûnan hatine diyarkirin divê kes ji mal û milkên xwe bêpar neyê hiştin û ev yek wê di berdêla tazmînata adîl de be."
Egîd Xelîl