Hikûmeta Suriyê bi girtina rêyan siyaseta fişarê li ser Rêveberiya Xweser dike

Rêya di navbera herêmên Hikûmeta Sûriyeyê ya Veguhêz û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji bo nexweş û xwendekaran hat vekirin. Hikûmeta Sûriyeyê, rêya di navbera Şam û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de wek amûrekî siyasî û fişarê bikar tîne. Yê ku zirar jî dibîne; gel e.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî ku hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ya Veguhêz du heftiyan rê ji bo trafîka rêwiyan girtibû, duh ji nûve hat vekirin. Bi dehan otobusên rêwiyan û otomobîlên taybet ji deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi hundirê Sûriyê ve çûn û ji Suriyeyê jî berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser.

 

Ji 5'ê Cotmeha 2025’an ve li xala Zekiyeyê li nêzîkî bajarokê Ethriye li gundewarê Hemayê, ji aliyê hikûmeta Şamê ve rê nedihat dayîn ku xelk biçe Şamê û ji Şamê biçe herêmên Rêveberiya Xweser.

 

Piştî pevçûnên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê û negihiştina encamekê di danûstandinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Sûriyeyê ya Veguhêz de, Hikûmet rêya di navbera her du aliyan de wek kaxezeke fişarê bikar tîne.

 

Bi heman awayî, hêzên hikûmetê ji 27'ê Îlonê ve rêya Dêr Hafir-Helebê, ku damarek girîng ji bo niştecihên herêmê ye, girtiye.

 

Rê hat vekirin lê daxuyaniyek fermî tune ye

Rêveberê Kompanyayeke Geştyariyê ji medyayê re got “Îro otobusên ku ji Rojavayê Kurdistanê ber bi Şamê ve diçûn û xwendekar û nexweş tê de bûn, ji xala Zekiyeyê ya di navbera Hims û Reqayê re derbas bûn û ber bi Şamê ve çûn.

 

Otobusên ji Şamê jî dihatin û ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve diçûn, bêyî ti pirsgirêk rû bidin derbas bûn.”

 

 Lê heta niha tu daxuyaniyên fermî ji herdu aliyan ve nehatiye dayîn.

 

 

Ev pêkanîna berdewama siyaseta "Fişara Nerm" ya Esed e

 

Rêya di navbera Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de, rêyeke stratejîk e, taybet ji bo veguhestina xwendekar û nexweşan. Ji ber vê yekê, girtin an vekirina wê, di destê Hikûmeta Şamê de bûye kaxezeke danûstandinên siyasî ya sereke. Ango mirov dikare bêje ku wek “Fişareke Nerm” tê bikaranîn.

 

Ji sala 2013’an ve, piştî destpêkirina krîza Sûriyeyê, rejîma Esed heman siyaset di bin navê “Dorpêçê” de bikar dianî û gelek caran rê li ber xwendekar, nexweş û çêkirina kaxezên fermî digirt. Ev siyaseta ku heta roja îro tê meşandin wek berdewamiya mîrasa BAAS'ê ye.

 

 

 

Rêveberiya Xweser: Girtina dêriyan siyaseteke cezakirina gel e

 

Ji aliyê xwe ve jî Endamê Komîteya Danûstandinan a Rêveberiya Xweser ya bi Şamê re, roja Çarşemê rexne li girtina deriyên sînor kir.

 

Di civîneke giştî de ku ji aliyê Partiya Sûriya Pêşerojê ve li bajarê Reqayê yê bakurê Sûriyeyê hatibû organîzekirin, hevserokê komîteyê Ebdul Hemîd Mihbaş got: "Girtina deriyan ne sûcê me ye. Sedema girtina deriyan wekî siyaset bi armanca cezakirina gelê li bakurê welêt e."

Di encamê de, bandora rastîn li gel dibe. Her carê ku rê tê girtin; Xwendekar nikarin bigihîjin zanîngehan, nexweş nikarin ji bo dermankirinê biçin Şamê an jî Helebê û ji ber ku kamyon derbas nabin bihayê li bazarê bilind dibe.

 

Ev jî dibe sedema hêrsa mirovan a li dijî siyasetên Hikûmeta Şamê û daxwaz dikin ku çareseriyeke domdar û fermî were pêş xistin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye